Kurdistaniyên li bajarê Dresden, Leîpzîgê, Darmstadt ê Almanya û li bajarê Amsterdam ê Hollandayê êrişên li dijî Rojava şermezar kirin û bang civaka navnetewî kirin ku li dijî êrişan bêdeng nemînin.
Kurdistaniyên li Almanya, bi banga Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk (DKTM) a Dresdenê li Albertplatzê li hev civiyan, êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.
Di çalakiyê de li ser navê meclisê axaftina hate kirin û wiha hate gotin:
“Dagirkeriya tirkiyê dixwaze qira kurdan bîne. Ji wê boneyê her tiştî dike. Em êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û divê li çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê mirov dengê xwe ji faşîzma Tirk re bike”
Li Hollandayê jî kurdistanî li ber Konsolosxaneya Tirk a li Paytexta Hollanda Amsterdamê hatin ba hev, êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin.
Di çalakiyê de ji raya giştî hat xwestin dawî li mêtîngeriyê bînin û piştgiriya Tevgera Azadiya Kurdistanê bikin.
Kurdistanî li bajarê Darmstadt ê Almanyayê jî daketin qadan û piştgiriya rojava kirin.
Di çalakiyên Amsterdam û Darmstadtê de banga “Rojava Biparêzin” hat kirin