Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê got:
Divê her koçberek ji bo rizgarkirina Efrînê xwe berpirsyar bibîne.
Li hemberî dagirkeran û polîtîkayên wan berxwedanê geş bike.
Cemal Reşîd, têkildarî siyasetên dewleta Tirk ên li Efrînê axivî û got:
“Dewleta Tirk armanc dike xeyalê Osmaniyan zindî bike.
Dagirkirina Efrînê ya ji 5 salan ve parçeyekî vê plane ye. ”
Li ser rewşa Efrînê ya piştî dagirkirinê jî Reşîd got:
“Dewleta Tirk li Efrînê siyaseta guhertina demografîk dimeşîne.
Daran dibire , mizgeftan wêran dike , û şûnwaran talan dike.
Guhertina demgorafîk siyaseteke rêxistinkirî û plankirî ye.
Amranc jê îmhakirina dîroka Efrînê ye.
Cemal Reşîd dawiya nirxandinên xwe ev bang kir:
“Divê her koçberek ji bo rizgarkirina Efrînê xwe berpirsyar bibîne.”