Yûnanistan û Fransa li Behra Spî tetbîqat pêk anîn

Li Rojhilatê Derya Spî her ku diçe alozî kûrtir dibe.

Dewlata Tirk tevî bertekên navnetewî jî tevgera xwe ya li Rojhialtê Spî didomîne.

Li hember gavên dewleta Tirk, YE û Pentagon daxuyanî dan û bang li dewleta Tirk kirin ku lêgerîna xwe ya xazê li Rojhilatê Behra Spî rawestîne.

Yûnanistan û Fransayê jî tetbîqatek li derya spî pêk anîn.

Dewleta Tirk li Behra Spî ev demeke bê ku li gor qanûnên deryayî yên navnetewî tevbigere di nav provakasyonan de ye.

Keştiya xwe ji bo lêgerîna xazê şand deverên Derya Spî yên ku wek qada Yunanistanê tê naskirin.

Piştî vê gava dewleta Tirk Yûnanistan bertek nîşand da û bang YE, dewletên Ewropî, Amerîka û dewletên cîran kir ku li hember gavên dewleta Tirk xwedî helwest bin.

Fransa bersiv da banga Yûnanistanê destpêkê hin balafirên şer şand Qibrisê, duh jî tetbîqatekî leşkerî bi Yûnanistanê re li ser Behra Spî dan destpêkirin.

Wezareta Parastinê ya Yûnanistanê bidaxuyaniyeke diyar kir ku minawereya leşkerî li beramberê Girava Gîrîtê bi beşdariya 2 geştiyên şerê Fransa û 4 geştiyên Yûnanîstanê ve dane destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ev tetbîqat deverên ku dewleta Tirk lê li xazê digere jî digre nav xwe.

Pentagon û YE: Divê dewleta Tirk dawî li lêgerîna xwe ya xazê bîne

Di demeke ku rageşiya di navbera Tirkiye û Yûnanistanê zêde bûye de herkes benda helwesta YE û Amerîkayê bû.

Yekîtiya Ewrupayê bang li Tirkiyê kir ku deverên bi nakok ên Behra Sipî lêgerina xwe ya xazê rawestîne.

Her wiha tê payîn ku îro wezîrên karên derve yên YE’yê têkildarê tevgera dewleta Tirk ya Rojhilatê Derya Spî li Yûnanistanê bicivin

Pentagonê jî duh bi daxuyaniyekê bang li Tirkiyê û Yûnanistanê kir ku çareseriyek ji nakokiyên xwe yê li Behra Spî re bibînin.

Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman daxuyanî da û diyar kir ku Amerîka dixwaze derveyî rêbaza leşkerî bi şêwazeke din qeyrana Rojhilatê derya Spî çareser bibe.

Erdogan: Ger êrîşek li ser keştiya me çêbibe emê bersiv bidin

Piştî van bertekan Erdogan jî daxuyanî da û gefên xwe dubare kir.

Erdogan diyar kir ger ku êrîş li ser keştiya wan çêbibe, wê berdêla wê giran be.

Piştî vê daxuyaniya Tirkiyê careke din çav vegeriya li ser Yunanistan û Fransayê wê helwestek çawa nîşa bide.

Back to top button