Saziyên NY derbarê mirina zarokan de hişyarî kirin

Di qada navnetewî de niqaşên li ser şerê Xezayê û pêkanîna agirbestê didomin.
Sazî û dezgehên Neteweyên Yekbûyî derbarê mirina zarokên li Xezayê de hişyarî dan.
26 welatên Yekîtiya Ewropayê bang li Îsraîlê kirin ku êrişî herêma Refahê ya Xezayê neke.
Li ser pêşniyaza welatên Ereb li Konseya Ewlekariyê ya NY pêşnûmeya têkildarî Xezayê kete dengdanê.

Li gorî daneyan di şerê Xezayê de hejmareke zêde zarok mirine û birîndar bûne.

Tê diyar kirin ji ber dorpêça hêzên Îsraîlê ya li ser Xezayê aloziyeke mezin ya xwarin û vexwarinê heye.

Têkildarî mirina zarokan sazî û dezgehên Neteweyên Yekbuyî daxuyaniyek dan û bal kişandin li ser rewşa xirab ya li Xezayê.

Fona Alîkariya ji bo Zarokan (UNICEF) Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî dan ku dibe ji ber kêm xwarinê û nexweşiyên şewbê mirina zarokan zêde bibe.

Saziyan eşkere kirin ku li Xezayê ava paqij û xwarin gelekî kêm buye û wiha hate gotin:

“Hema bêje tevahiya zarokên piçûk bi nexweşiyê ketine.

“Ji sedî 90 zarokên temenê wan kêmî 5 sal bi nexweşiyên şewbê ketine.”

26 welatên Ewropayê bang li Îsraîlê kirin ku êrişî Refahê neke

Bertekên navnetewî yên li dijî operasyona bejahî ya li ser Refahê ku Îsraîlê amadekariyên wê dike, zêde dibin.

Tê diyar kirin êrişa Îsraîlê ya li dijî vê herêmê wê bibe sedema êş û windahiyên mezin ku zêdeyî mîlyonek Filistiniyên Xezayê xwe lê girtine.

Têkildarî vê yekê duh di civîna Wezîrên Karên Derve yên 26 welatên Yekîtiya Ewropayê de hişyarî hate kirin.

Piştî civînê têkildarî mijarê daxuyahî hate dayîn û bang li Îsraîlê hate kirin ku êrişî herêma Refahê neke.

Di daxuyaniya ku ji bilî Macaristanê hemû welatan îmzeya xwe li binî danîn de, ji bo pêkanîna agirbestê, berdana dîl girtiyan, û derbaskirina alîkariyên mirovî bang hate kirin.

Li Konseya Ewlekariyê ya NY hevdîtina li ser Xezayê pêk hat

Li ser pêşniyaza welatên Ereb îro li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbuyî pêşnûmeya têkildarî Xezayê tê niqaşkirin.

Di pêşnûmeyê de daxwaza agirbesteke lezgîn wê bikeve dengdanê.

Di pêşnûmeyê de pêkanîna agirbestê û berdana hemû dîl girtiyan tê xwestin, bi darê zorê derxistina Filistinîyan ji cihê wan tê red kirin û banga derbaskirina alîkariyan li Xezayê tê kirin.

Sefîra Amerîka yê Neteweyên Yekbuyî Lînda Thomas Greenfield derbarê mijarê de got,

“Rêveberiya Biden pêşnûmeya ku welatên Ereb piştgiriya wê dike wê veto bike. Ji ber ev yek wê hewldanên Amerîkayê yên peymana rawestandina şer ya şeş hefteyan û serbest berdana dîl girtiyan ya di navbera aliyan de asteng bike.”

Amerîkayê jî ji bo agirbesteke demkî pêşnûmeyeke din pêşkêşî NY kir

Li aliyê din Amerîkayê jî ji bo agirbesteke demkî, berdana dîl girtiyan û derbaskirina alîkariyên mirovî pêşnûmeyeke din pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbuyî kir.

Beriya ku pêşnûmeya ku welatên Ereb piştgiriya wê dikin bikeve dengdanê Amerîkayê ev pêşnûme pêşkêş kir.

Di pêşnûmeya Amerîkayê de rexneyên tund li Îsraîlê tên kirin û tê xwestin ku di şert û mercên heyî de li dijî Refahê operasyoneke bejahî neyê kirin.

Save The Children: Sala borî 10 mîlyon zarok ji cihê xwe bûn

Back to top button