Lindsey Graham: Divê di navbera QSD û Tirkiyê de hêzên navdewletî bi cîh bibin

Senatoyê Amerîkî Lindsey Graham pêşniyarkir ku hêzêk navnetewî li herêma bi navê “Ewle” ya di navbera QSD û leşkerên dewleta Tirk de bi cîh bibe.

 

Senatorê Amerîkî Lindsey Graham diyarkir ku divê dewleta Tirk jibîrneke ku di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de hevkarê wan ê herî serkeftî Kurd bûn.

Graham got, “Em dixwazin têkiliyên xwe bi Tirkiyê re baş bikin.

Ji bo wê jî divê dewleta Tirk di dewsa pergala S-400 de, pergala F-35 hilbijêre.

Divê dewleta Tirk vê pirsgirikê nexe girêka kor.”

Graham, derbarê herêma ku dewleta tirk weke “ewle” bi nav dike jî diyar kir ku divê dewleta Tirk ji bo avakirina vê herêmê rêbaza leşkerî hilnebijêre.

Graham pêşniyar kir ku hêzêk navnetewî li herêma bi navê “ewle” ya di navbera QSD û leşkerên dewleta Tirk de bi cîh bibe.

Leave a Reply

Back to top button