Bertekên li dijî tecrîdkirina Rêber Apo

Di roja 20 a pêngava komkirina îmzeyan de, gel ji bo rêberê xwe di nava çalakiyan de ne.
Li Kantona Minbicê tevî komkirina îmzeyan, welatî ji bo Rêber Apo daketin qadan.
Li Kantona Cizîr û Reqayê jî bi sedan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo îmzeya xwe dan.

Xelkê herêmê ji bo azadiya Rêber Apo rojane dadikevin qadan û banga rakirina tecrîdê û zelalkirina rewşa wî dikin.

Bi vê armacê şêniyên Kantona Minbicê bi dirûşma ‘Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo’ meşek girseyî lidar xistin.

Bi sedan ji pêkahateyên Minbicê beşdarî meşê bûn.

Piştî meş veguherî mêtingê gelek kes axivîn û wiha gotin:

“Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku ji bo Rêber Apo bi erkê xwe yê exlaqî û wijdanî rabin.

Rêber Apo ne tenê ji bo gelekî, lê belê ji bo tevahî gelên bindest canê xwe feda kir.

Bila her kes zanibe ku mifteya çareseriya pirsgirêkên herêmê û Rojhilata Navîn bigiştî di destê Rêber Apo de ye.”

Pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Apo

Ji aliyê xwe ve jî pêngava komkirina îmzeyan a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatî destpêkirin, dewam e.

Di vê çarçoveyê de şêniyên Minbicê bi girseyî û coş tev li pêngava komkirina îmzeyan bûn.

Li Kantona Reqayê jî ev 10 roj in xebatên komkirina îmzeyan dewam dike.

Li gund, navçe, bajarok û bajarên Kantona Cizîrê jî pêngava komkirina îmzeyan rastî eleqeyek mezin tê.

Şêniya bi navê Qedriya Sedûn ji gundê Ewînîkê yê Amûdê îmzeya xwe da û got:

“Dil û canê me fedayî Rêber in.

Em çi bikin jî em ê her tim deyndarê Rêberê xwe bin.”

Her wiha li Til Hemîsê jî komîteyên komkirina îmzeyan karê xwe dewam dikin.

Şêniyên li gund û bajarokên Ebû Cirin, Ukaz, Ceza û Til Ehmed îmzeyên xwe dan.

Hêjayî gotinê ye ku pêngav li seranserî kantona Cizîrê berdewam e.

Pêngava komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Apo

Back to top button