Sorxwîn hîs, berxwedan û têkoşîna gerîla nivîsiye

Roj-nivisên gerîlaya jin, Sorxwîn Ciwana Munzur ku 1993’yan tevlî têkoşîna azadiyê bûyî, bû pirtûk.

Di vê pirtûkê de zehmetî, berxwedan û têkoşîna di jiyana gerîla de hatiye nivîsîn.

Rojnivîsên şehîd Sorwîn Ciwana Munzur bû pirtûk.

Di vê pirtûkê de serboriya gerîlatiyê ya gerîlaya jin, Ozgur Kaya ku 1995’an dest pê dike û heta 2006’an dema ku şehîd dibe, didome.

Pirtûk ji hêla rojnameya Newaya Jinê ve hate berhevkirin.

Pirtûk meha Adarê bi navê ”Dîroka ku dawî lê nayê, rêwîtiya ku dawî lê nayê” ji aliyê Weşanxaneya Meymanê ve hat çapkirin.

Pirtûk bi şahidiya rasterast a têkoşîna jiyana gerîla ya tê ber destê xwendekaran.

Pêşgotina pirtûkê ji hêla endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta ve ku demekê bi Sorxwîn re mabû, hatiye nivîsîn.

Gerîla Munzur navê ”dosta razên min’ li rojnivîska xwe kiribû û îhtîmala winabûna wê weke mirina xwe dîtibû.

Xwendekar di vê pirtûkê de wê operasyonên tinekirinê yên dewleta Tirk di salên 1995-1999’an, berxwedana gerîla û têkoşîna hebûnê ya jina Kurd bibînin.

Bi şahîdiya Sorxwîn Ciwana Munzur tevahî hîsa gerîla ya li ser mirov, êş, hêrs, bîrîkirin, kêfxweşî û baweriya gerîla bi rengê herî xwerû di pirtûkê de tê vegotin.

Back to top button