Têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinan li Başûrê Kurdistanê tundî kêm bûye

Tundiya li dijî jinan li başûrê Kurdistanê kêm bûye. Berpirsên rêxistina mafê jinan diyar dikin ku ji ber rewşa awarteye, jin nikarin gilî tomarkin yan jî di vê demê de ji ber têgihiştina hevjînan ev rêje ji sedî 77 kêm bûye.

Tevî ku vîrûsa Corona li her derê belav dibe û jiyana mirovahiyê tev xistiye tehlûkê, lê dîsa jî tundiya li dijî jinan dewam dike.

Li gelek welatên cîhanê weke Çîn, Yunanîstan, Îspanya û Berazîlyayê rêjeya tundiya li dijî jinê bilindtir bûye.

Balkêşe ku li başûrê Kurdistanê li gorî daneyan, rêjeya tundiyê ji sedî 77 kêmtir bûye.

Li başûrê Kurdistanê mehê 670 giliyên tundiya li dijî jinan dihatin tomarkirin.

Lê di Adarê de tenê 160 gilî hatine tomarkirin, jê 39 li Silêmaniyê ne.

Ev rêje di wextekê de ku li herêmê qedexeya derketên hatiye ragihandin û piraniya saziyên hikûmî girtîne.

Berpirsên rêxistinên parastina mafên jinan derbarê vê mijarê de bi fikar in.

Rêveberê Rêvebertiya Têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinan ya Dihokê Aram Mihemed, diyar kir rûniştina li malê hiştiye ku malbat li hev kom bibin û baştir hevdû fam bikin.

Lewra tundiya di nava malbatan de kêm bûye.

Berdevkê Rêvebertiya Têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinan ya Silêmaniyê Hîwa Kerîm jî destnîşan kir ku Malbat di vê demê de dixwazin vê rewşê bi ewle derbazkin.

Berdevkê Rêvebertiya Têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinan ya Germiyanê Feryad Hîdayet jî da zanîn ku dibe hinek kes hebin piştî dawîbûna qedexeya derketinê giliyên xwe tomar bikin.

Li başûrê Kurdistanê bêtirê 220 navend, rêveberî, rêxistinên parastina mafên jinan yên hikûmî û ne hikûmî hene.

Back to top button