Hatimogullari zêdebûna tundiyê ji wezaretê pirsî

Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatımogullari, ji ber zedebûna tundiya li dijî jinan, pirs-namek da meclisê û xwest bibersivîne.

Piştî ku vîrûsa corona li Tirkiyê jî belav bû, banga “Ji malên xwe dernekevin” hat kirin.

Bi rûniştina li malê re tundiya li dijî jinê zêdetir bûye.

Têkildarî vê yekê, Parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatımogullari, pirsnameyek da meclisê û xwest Wezîra Xizmetên civakî, Malbat û Xebatê Zehra Zumrut Selçuk bibersivîne.

Tulay Hatımogullarî diyar kir ku di Adarê de 18 jin, li malên xwe bi giştî jî 29 jin hatine kuştin.

Li gorî vê yekê Tulay ev pirs destnîşan kirin:

*Wezareta we, wê li dijî tundiya li ser jinê koordînasyona krîzê ava bike ya na?

* Ji bo navendên şopandin û çavdêriya mafê jinan wê li her bajar û navçeyan koordinasyona qeyranê ava bikin ya na?

* Jinên rastî tundiya zilam tên wê çawa û bi kîjan rêbazan werin parastin?

* Ji bo piştgiriya aborî ya jinan tu xebatên fonê ya wezaretê heye ya na?

* Ji ber vîrûsa corona tundiya li ser jinê zêde bûye. Ji bo rê li pêş tundiyê were girtin, tdbîrên we hene an na?

Back to top button