Balafirên bêmirov ên hêzên hikumeta Şamê bakur û rojavayê Sûriyeyê navendên çeteyan kir hedef.
Di encamê de kuştî û birîndarên çêbûn.
Ajanseke Rûsyayê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê erebeyek li bakurê Laziqiyê kir armanc.
Li gorî ajansê:
“Erebê girêdayê çeteyên “Hizb El Îslamî El Turkistanî” yên bi nasnama ozbekekiye bûne armanc.
Hêzên hikumê ew li ser reya çandiniyê li çiyayê Turkmen li bakur rojhilatê Laziqiyê şopand û kir hedef.
Di encamê de erebe hat rûxandin û 3 çete hatin kuştin û hinek jî birîndar bûn.”
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê jî diyarkir ku balafirek bêmirov rojavayê Hemayê bombebaran kir.
Navendê dazanîn ku çeteyên “Ceyş El Nesir” li Sehil El Xab ê Hemayê leşkerekî hêzên Şamê kuşt.
Girêdayî mijarê Çavdêriya Sûriyeyê eşkerekir ku hêzên Şamê bi moşekan erebeyek li Daretizê yê rojavayê Helebê hedef girt.