Rêveberiya Xweser êrişên li dijî herêmê şermezar kir

Li dijî êrişên li ser herêmê hêrsa gel zêde dibe.
Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriye û şêniyên Dêrikê bi daxuyaniyên cuda êriş şemrzar kirin.
Her wiha bang li gel hate kirin ku hevgirtin û yekîtiya xwe xurtir bikin û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Li herêmê li dijî êrişa ser Dêrikê bertek derketin.

Rêveberiya Xweser a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişa dewleta Tirk li ser Dêrikê daxuyaniyek da.

Rêveberiyê êrişên dagirkeriyê şermezar kir û wiha got:

“Careke din dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê kir û şehîd û bîrindar çêbûn.

Dewlet tirk bi van êrişan hemû qanûnên navneteweyî bin pê dike.”

“Divê hemû pêkhate li kêleka hev desketiyên şehîdan biparêzin”

Rêveberiya Xweser diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe tu cudahiyê di nava pêkhateyên herêmê nake û wiha got:

Divê hemû pêkhateyên herêmê li rex hev xaka û destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Rêvebeirya Xweser sersaxî ji malbatên şehîdan û şîfat ji birîndaran re xwest û eşkere kir ku bi hevgirtiya gel wê planên dagirkeran pûç bibin.

Şêniyên Dêrikê: Êriş îradeya me naşkîne

Her wiha şêniyên Dêrikê û endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî û ewlehiyê daxuyaniyek dan.

Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mehmûd Kalî daxuyanî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî xwend.

Mehmûd Kalî êrişên dagirkeriyê yên domdar şermzar kir û wiha got:

“Êrişên li dijî me vîna me naşkînin.”

Di dawiyê xelkên Dêrikê peyama berxwedan û tekoşînê li dijî êrişan dan.

Li herêma Dêrikê 4 erebe bi balafirên bê mirov hatin armanckirin

Back to top button