Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê li Amedê ye

Endamên Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê li Amedê hevditin pêkanîn.
Şandeya ku serdana Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê kir, da zanîn ew derhiqûqtiyên li dijî Rêber Apo jinêz ve dişopînin û gotin: Em ê tecrîdê di platformên navneteweyî de bînin ziman.

Endamên Delegasyona Hiqûnasên Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê, ji bo hevdîtinên têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo çûn Amedê.

Ji Spanyayê heta Îtalya, Swêd, Norveç û Efrîqaya Başûr gelek hiqûqnas di nava şandeyê de cih digirin.

Delegasyonê serdana Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê kir

Şande despêkê çûn serdana Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD).

Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter, rêveberên komeleyê û parêzerê Rêber Apo Mazlum Dînç şande pêşwazî kirin.

Ekîn Yeter di serdanê de axivî û têkildarî xebatên komeleyê agahî da şandeyê.

Her wiha têkildarî binpêkirinên mafa ên li Tirkiyê, tecrîda li Îmraliyê û rewşa girtîgehan jî guftugo kirin.

Hiqûqnasên di şandeyê de cih girtin jî bal kişandin ser piştevaniya pîşeyî.

“Em ê tecrîdê di platformên navneteweyî de bînin ziman”

Şandeyê da zanîn ku ew tecrîd û derhiqûqtiyên li dijî Rêber Apo jinêz ve dişopînin û wê tecrîdê di platformên navneteweyî de bînin ziman.

Endamên delegasyonê piştre jî çûn serdana Komeleya Jinan a Rosayê.

Serdanên endamên delegasyonê dewam dikin.

Back to top button