Nûnerê taybet ê NY’yê yê Sûriyê Geir Pedersen diyar kir ku rewşa li Sûriyê li gel aloziya herêmî xirabtir dibe û destnîşan kir ku divê alozî li gorî biryara 2254’an çareser bibe.
Geir Pedersen di civîna Meclisa Ewlehiyê ya têkildarî rewşa Sûriyê de lidarnexistina gera 9’emîn a komîteya destûrî rexne kir.
Pedersen diyar kir li Sûriyê agirbest li gorî biryara 2254 pêk were û alozî rawestin.
Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen bibîr xist ku li gorî nîşaneyan rewşa li Sûriyê xirabtir dibe.
Her wiha Pedersen bal kişand ser rewşa girtî û windahiyan û wiha got: “Têkildarî rewşa 100 hezar girtî û windahiyan me heta niha li gorî biryara 2254’an tu encam bi dest nexistin.”
Cîgirê sekreterê giştî yê kar û barên mirovî yê NY’yê Martin Griffiths jî anî ziman ku encamên xirab ên erdhejên trajedîk û aloziya ku 13 salan e berdewam e, hîna dewam dikin.
Martin Griffiths destnîşan kir ku pêwîstiya zêdetirî 16 milyon Sûriyan bi alîkariyên mirovî heye û ev hejmar nêzî ji çaran sêyê serjimara welêt e.