Polonya: Êdî em çekan naşînin Ukrayna

Di navbera Warşow û Kîevê de peyamên dijberiyê derdikevin.
Polonya ku ji despêka şer û heta niha piştevanê herî sereke yê Ukrayna, ragihand ku ew ê êdî çekan neşînin wî welatî.

Piştî zêdebûna aloziya di navbera Polonya û Ukraynayê de ji ber îthalata berhemên çandiniyê, Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki ragihand ku ew êdî çekan naşînin Ukraynayê û dê giraniyê bidin ser çekdarkirina welatê xwe.

Morawiecki ji televizyona Polsat News a Polonî re axivî û got,

“Em êdî çekan naşînin Ukraynayê, ji ber ku em welatê xwe bi çekên herî nûjen bi cih dikin.”

Morawiecki anî ziman ku armanca wan ew e ku artêşa Polonya di zûtirîn dem de bibe yek ji artêşên bejayî yên herî bihêz li Ewropayê.

Morawiecki di bersiva pirseke din de bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta Warşowayê teqez xeterê li ser ewlekariya Ukraynayê nake û ev tişt anî ziman:

“Navenda me ya leşkerî ya li Rzeszow li ser bingeha rêkeftina ku me bi Amerîkiyan re çêkiriye, wê heman rola berê bigre ser xwe.”

Beşek girîng a alîkariyên leşkerî yên ku welatên rojava ji Ukraynayê re pêşkêş dikin, bi riya navenda dabînkirina leşkerî ya li bajarê Rzeszow li başûrê rojhilatê Polonyayê tê şandin.

Ji dema despêkirina êrişa Rûsya li ser Ukraynayê re, Polonya welatê herî zêd eji bo peydakirina çekan bû Kîevê ye.

Daxuyaniya Serokwezîrê Polonyayê ya ku ew ê şandina çekan ji bo Ukraynayê rawestîne, piştî çend demjimêran hat ku Balyozê Ukraynayê li Warşowayê ji bo Wezareta Karê Derve hatiye vexwendin hat.

Zelensky: Hin kesên xwe dost nîşan didin nerastin û piştevaniya Rûsya dikin

Ev vexwendin jî ji ber axaftinên Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bû.

Volodymyr Zelensky di axavtina xwe de got,

“Ez xemgînim ku hin dostên me yên li Ewropayê li ser hevgirtinê şanoya siyasî dilîzin û li ser genim tengezariyê çêdikin”.

Zelensky destnîşan kir ku hin welat mîna hevgiriyê dikin û bi awayekî nerasterast piştgiriyê didin Rûsyayê.

Ji Zelensky hişyariya şerê Cîhanê yê sêyemîn

Back to top button