Xelkê Beluçistanê dijî desthilata Îranê careke din li ser piyan bûn

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya dijî desthilata Îranê bê navber dewam dike, xelkê Beluçistanê weke her În, duh jî li qadan bûn.

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bê navber dewam dike.

Tevî kuştin, darvekirin û girtinan jî serhildana bi hemû hêza xwe didome.

Duh weke her Înên din, bi hezaran kes li bajarê Zahîdan ya Beluçistanê daketin qadan û dijî desthilatê nerazîbûna xwe anîn ziman.

Xwepêşanderên Beluçistanê diyar kirin ku ew dixwazin sîstemek wisan were avakirin ku li Îranê hemû pêkhate bigihin mafên xwe û herêmên xwe birêve bibin.

Bi taybet hejmarek zêde ya jinan di xwepêşandanê de amade bûn û bê navber dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ qêriyan.

Li aliyek din li bajarê Galîkş ya ser bi parêzgeha Gulistan ku zêdetirî xwe Tirkmen lê jiyan dikin, çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin.

Di çalakiyan de xwepêşanderan piştgirî dan çalakiyên li Beluçistan û herêmên din yên Îranê.

Back to top button