Meclisa Jinan a Sûriyê daxwaz ji rêxistin, deste û civaka navneteweyî kir ku li dijî sûcên şer yên dewleta Tirk bêdeng nemînin.
Endamên meclîsê her weha xwestin ku ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê jî rol bilîzin.
Meclisa Jinan a Sûriyê, di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser Jinê de daxuyaniyek da.
Daxuyanî li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna endamên meclisê, Kongreya Star û endamên civaka sivîl hate dayîn.
Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat daxuyanî xwend û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî pêkhateyên herêmê sûcên şer yên herî giran pêk anî.
Endamên meclîsê bang li civaka navnetewî kirin dagirkerî, kuştin û sûcên şer yên dewleta Tirk rawestînin û daxwazên xwe yên sereke weha rêz kirin:
– Civaka navnetewî divê ji bo çareseriya siyasî ya li Suriyê rol bilîze.
– Ji ber sûcên şer yên li herêmê kiriye, divê Erdogan weke sûckarê şer were binavkirin.
– Divê rêxistinên sivîl û mafê mirovan sûcên şer yên dewleta Tirk belge bikin.
– Di bin mîsogeriya ewlehiyê de divê koçberên herêmê vegerin cih û warên xwe.