Rûspiyên êşîrên Dêrazorê: Em ê bi yekîtiyê dagirkeriya Tirk têk bibin

Rûspiyên eşîrên Dêra Zorê piştrast kirin ku ew ê li hember êrişên Tirkiyê yekgirtî bin. MIX

Berdevkê eşîra Bikeyîr a li rojavayê Dêra Zorê Rida Elî êrişên dewleta Tirk şermezar kir û got:

“Rûspiyê eşîrên li herêman êrişan red dikin. Em ê rênedin Tirkiyê ku dîsa xaka me dagir bike.

Li hember êrişên wî em ê hevgirtî bin û xaka xwe biparêz in.”

Rûspiyê eşîra Enabize ku eşîreke êla Igêdat e, Sebah Emaş jî dagirkeriya Tirk red kir û got:
“Gelê Sûrî yek e. Em ji mêj ve li ser vê xakê bi hev re dijîn û em ê bi vî rengî jî bimînin.

Sebah Emaş bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku dawî li sûcên dewleta Tirk bîne.

Back to top button