Şaredariya Gel a Qamişlo sererastkirina rêyên bajêr dewam dikin

Şaredariya Gel a Qamişlo sererastkirina rêyên taxên rojava û rojhlat yên bajêr didomîne.

Ji 17’ê Gulanê ve şaredarî rêyên taxa Cimaya ya rojhilatê bajar bi kevirên şikandî radixe.

Her wiha ji 1’ê Hezîranê ve rêyên hin kolanên taxa Hilêliyê qîr dike û ev hîn dewam dike.

Endamê rêveber ê beşa lêkolînên hunerî ya Şaredariya Gel a Qamişlo Hesen Hisên got:

”Ji plansaziyên şaredariyê, dê rê bi kevirên hur werin raxistin, piştre dê werin qîrkirin.

Niha me ji taxa Hilêliyê dest pê kir. Di plana me ya îsal de projeyeke mezin a zifitkirinê heye.

Wê bi 14 hezar mîtrekab tevahî taxên Qamişlo bên zifitkirin.”

Li gorî Hesen Hisên taxên ku bên zifitkirin jî ev in: “Taxa Hilêliya Rojava, Kornîş û Hilko.

Û li aliyê Rojhilat jî “Taxa Cûdî, Cimayê, Um El-Firsan, Erebewiyê, Pîşesazî û Zeytûniyê.”

Hesen Hisên piştrast kir ku kar li ser zifitkirina rêyên giştî û şaxî jî tê kirin.

Back to top button