DEM Partî di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Amedê bû

Di çarçoveya xebatên hilbijartinên şaredariyan de Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê li Amedê bû.
Tulay Hatîmogûllari anî ziman desthilat difikire ku wê bi rêya polîs, tank û topan di hilbijartinan de bi ser keve lê xwe dixapîne û got: “Gelê Kurd wê di 31’ê Adarê de bersiva herî mezin bide we.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Farqîn a Amedê bû.

Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re di ketina navçeyê de bi konvoya wesayîtan hate pêşwazîkirin.

Li cihê hevdîtina bi gel re despêkê namzetên hevşaredariyê yên partiyê xelk silav kirin.

“Gelê Kurd wê di 31’ê Adarê de bersiva herî mezin bide”

Piştre Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari xitabî girseyê kir û bal kişande li ser hewldanên desthilatê yên li dijî wan.

Tulay anî ziman desthilat difikire ku wê bi rêya polîs, tank û topan bi ser keve lê xwe dixapîne û got:

“Ez ji qesra ku ev ferman daye hêzên ewlekariyê re dibêjim; di 31’ê Adarê de bersiva herî baş dê gelê kurd, gelê Farqînê bide we.”

Tulay Hatimogullari balkişande li ser çalakiyên dayikên di Nobetê Edaletê de û ev tişt anî ziman:

“Ev têkoşîn ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd e.

Ev têkoşîn ji bo wê ye ku cenazeyên kurdan bi kargoya PTT’ê neyên şandin.

Desthilatdarê pirsgirêka kurd veguherandiye girêkekî asê.

Ji bo qetilkirina sivîlên li Rojava fermanan dide.”

Her wiha Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser tifaqa di navbera AKP û HUDA-PAR’ê de û weke “tifaqa qirêjî” pênase kir.

Û li dijî polîtîkayên dijminatiyê yên desthilatê û hevkarên wan banga yekitî û xurtkirina têkoşînê kir.

Hevseroka giştî Tulay Hatîmogûllari paşê ji navçeya Farqînê ya Amedê derbasî Bismilê bû.

Şandeya Dem Partî li vir jî ji aliyê gelek kesan ve bi germahiyek mezin hate pêşwazîkirin.

Xelkê Îdîrê li dijî biryara lijneya hilbijartinê meşiyan

Back to top button