Azerbeycan-Ermenîstan danûnstaninên astiyê bikin

Piştî şer û pevçûnên di navbera Azerbeycan û Ermenîstanê hewldanên aştiyê pêş dikevin.
Wezaretên Karên Dervey yê Azerbeycan û Ermenîstanê di çarçoveya danûnstandinên peymanên aştiyê de di 28-29’ê Sibatê de li Berlîn a Almanyayê bicivin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Ermenistanê de hat destnîşankirin ku Wezîr Ararat Mîrzoyan û Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov wê di 28-29’ê Sibatê de li Berlînê bi heyetên ku pê re bên cem hev.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ermenîstanê Anî Badalyan diyar kir ku hevdîtin dê li ser talîmata Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan di hevdîtina 17’ê Sibatê ya li Munihê de pêk were.

Aliyev û Paşînyan di çarçoveya Konferansa Ewlekariyê ya Munihê ya ku di meha sibatê de hat lidarxistin de bi Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz re hevdîtinek sê alî pêk anîbûn.

Di hevdîtinê de Scholz bang li her du aliyan kir ku danûstandinên aştiyê bi lez encam bidin.

Aliyev û Paşînyan ragihandin ku piştî ku Azerbeycan di meha Îlonê de Qerebaxê bi temamî kontrol kir, ew dixwazin heta dawiya sala 2023’yan muzakereyan temam bikin û peymana aştiyê îmze bikin.

Lê hewldanên navbeynkariya navneteweyî heta niha encam negirtine.

Back to top button