Nêzikî 70 Sendîkayên li çar aliyên cîhanê, li Brezîlyayê civînek lidarxistin û ji bo azadiya Rêber Apo bang kirin..
Di 10, 11 û 12’ê Îlonê de li bajarê São Jose dos Campos ê Brezîlyayê di civîna Tora Piştgirî û Têkoşînê ya Sendîkayên Navneteweyî hat lidarxistin.
Nûnerên ji çar aliyên cîhanê beşdarî civînê bûn û piştgirî dan kampanyaya navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Apo û bi hezaran girtiyên siyasî yên Kurd ên li Tirkiyeyê.
Piştî civînê danezanek hat weşandin.
Di danezanê de hat ragihandin ku rêxistinên siyasî, civakî û çandî yên Kurdan ji bo azadiya Rêber Apo di nava kampanyayê de ne û wiha hate gotin:
“Kongreya Navneteweyî ya Navendên Karkeran û Sendîkayan li bajarê Sao Paulo yê Brezîlyayê dicivin û ji bo azadiya Abdullah Ocalan ku 24 sal in li Grava Îmraliyê girtiyekî siyasî yê dewleta Tirk e, hevgirtina xwe nîşan dide.
Di heman demê de şert û mercên girtîgehê yên êşkencê ku ji aliyê raporên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Komîteya Pêşî Girtina Li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ve hatine piştrastkirin şermezar dike.”