Çeteyên dewleta Tirk 6 welatî li Efrînê revandin

Sûc û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê dewam dike.
Çeteyan 6 welatiyên din revandin.

Li gorî malpera Efrîn POST çeteyên dewleta Tirk bi ser gelek malên li Efrînê de girt.

Hat diyar kirin ku di serdegirtina malan de çeteyan 6 welatiyên Kurd revandin.

Navên welatiyên hatine revandin jî wiha ye:

Remedan Kalo 42, Xelîl Kalo 55, Mihemed Necar 40, Ehmed Hisên 47, Mehmûd Hisên 38 û Nîdal Hiso yê 50 salî.

Çete bi behaneyên bê bingeh welatiyan direvînin da ku li hember berdana wan fidyeyan bigrin.

Li gorî Efrîn POST di meha Tebaxê de ji wan du jinên ciwan 41 kes hatine revandin.

Çeteyên dewleta Tirk du welatiyên din li Efrînê revandin

Back to top button