TJA starta pêngava ‘bi Jin Jiyan Azadiyê, ber bi azadiyê ve’ da

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê starta pêngava bi dirûşma “Jin Jiyan Azadiyê, ber bi azadiyê ve” da.
Pêngava ku dê 6 mehan bidome li dijî kuştina jin, xweza, polîtîkayên şerê taybet û tecrîdê ye.
Her wiha di salvegera şehadeta Jîna Emînî de jinên Bakurê kurdistan û Tûnisê bang li jinên Rojhelatê Kurdistan û Îranê kirn ku têkoşîna xwe bidomînin.

Bi boneya salvegera 1. a kuştina Jina Emînî Tevgera Jinên Azad (TJA) starta pêngava bi dirûşma “Jin Jiyan Azadiyê, ber bi azadiyê ve” bi daxuyaniyekê da.

Nûnerên partiyên siyasî, sazî û rêxistinan jî di nav de û gelek jin beşdarî daxuyaniyê bûn.

Pêngava ku dê 6 mehan bidome li dijî kuştina jin, xweza, polîtîkayên şerê taybet û tecrîdê ye.

Di deklarasyonê de hate gotin:

‘Yek ji hedefa me ya sereke ev e ku em tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bişkînin.’

Her wiha di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrişên mêrsalar û li dijî vê girîngiya xurtkirina piştevaniya jinan.

TJA’yê bang li tevahiya çalakvanên jin û tevahiya jinên cîhanê hate kirin ku piştgiriyê bidin pêngavê kir û got:

Li hemberî tevahiya êrîşên li dijî hebûna jinê, bi pêşengiya jinan, em azadiya civakî mezin bikin.

Berxwedana bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ sînorê binpêkirinê şikand

Her wiha Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Zulfiye Kişmîr derbarê dijminatiya dewleta Îranê li himberî jina de axivî û got:

Bi kuştina Jîna Emînî xwestin vîna jinan bişkînin.

Divê her kes xwedî li têkoşîna jinan derkevin holê.

Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş dehsa şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir û wiha domand:

Nûneriya jinan a li Rojavayê Kurdistanê, têkoşîna hemû jinên cîhanê bi hêz kir.

Dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ cesaret daye jinan.

Rêvebera Komeleya Jinan a Rosa Neslîhan Çoban jî wiha got:

Lê divê em dengê dirûşmeya ‘Jin jiyan azadî’ bilintir kirin û li himber van mûdaxeleyan biskinin.

Najat Arar: Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi hêztir bikin

Aktîvîsta femînîst û civaknas a Tûnisê Najat Arar jî bang li jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê kirin ku têkoşîna xwe bidomînin.

Najat Arar bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinên Îranê ya li dijî hîcaba bi darê zorê û got:

Dewleta Îranê ji bo tunekirina serhildanê jinan digre û her cure zextan li himber wan pêk tîne.

Kongra Star: Jin pêşenga serhildana Îran û Rojhilatê Kurdistanê ye

Back to top button