5 leşkerên hikûmeta Şamê û 3 çeteyên Tirkiyê li eniyên Hemayê hatin kuştin

Li Hemayê şerekî dijwar di navbera çeteyên Tirkiyê û hêzên hikûmeta şamê de rû da, 5 leşkerên hikûmetê û 3 çete hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh di saetên şevê de, artêşa hikûmeta şamê êrîş bir ser deverên çeteyan ên li Eunkawa ya Hemayê.

Di encamê de, şerekî dijwar di navbera herdu aliyan de rû da û 5 leşkerên hikûmetê û 3 çeteyên bi ser Tirkiyê ve hatin kuştin û bi dehan birîndar jî ji herdu aliyan çêbûn.

Li aliyekî din heman Çavkaniyê diyar kir ku Artêşa Hikûmeta Şamê, eniyên Idlib û Laziqiyê dan ber topan, lê derbarê encama wê de ti agahî nehatin bidestxistin.

Balafirên Rûsyayê di dijwarî cihên belavbûna DAIŞ’ê li çolistana Sûrî topbaran kirin

Li çolistana Sûrî jî, ji ber çalakbûna çeteyên DAIŞ’ê balafirên şer ên Rûsya li dijî nuqteyên belavbûna çeteyên DAIŞ`ê, êrişên nû pêk anîn.

Li gorî Çavdêriyê, îro 6 balafirên şer ên Rûsya cihên çeteyan bi dijwarî li gundewarê rojahilatê Hemayê li sêgoşeya Heleb-Hema-Reqayê bombebaran kirin.

Di 48 saetên dawîn de, di encama zêdetirî 150 êrîşên balafirên Rûsyayê li çolistanê de 18 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

 

Back to top button