Heta niha 4 milyon û nîv bi Coronayê ketine

Heta niha vîrûsa corona li cîhanê berbelav dibe. Serok wezîrê Amerikayê Mike Pompeo careke din Çînê tewanbar kir ku terziya dij vîrûsê li cem wê heye û nade. Li alîkî din Slovenyayê jî bû yekemîn welatê Ewropa ku vîrûsa Corona kontrolkirî.

Li tevahiya cîhanê jimara kesên bi vîrusê ketine 4 milyon û 526 hezar derbas kir.

Ji van jî heta niha zêdeyî 303 hezar kes mirine.

Hîna jî rojane Amerika daneyên herî bilind tomar dike.

Zanîngeha Johns Hopkins ragihand ku di nava 24 saetên derbasbûyî de li DYA`yê hezar û 800 kes mirine.

Pompeo: Derziya dijî vîrûsê li cem Çînê heye

Serok Wezîrê Amrîkayê Mike Pompeo careke din Çîn tewanbar kir ku deziya dijî vîrûsê li cem heye û ew nade.

Li Brezîlyayê jî rewş pir xirabe.

Di 24 seatên dawî de 14 hezar kes mirine û 202 hezar kes jî bi vîrusê ketine.

Li gorî ku tê xuyakirin Wuhan ya Çînê pêla duyemîn destpêkiriye.

Piştî ku Çînê serkeftina xwe li dijî vîrûsê ragihand di 24 seatên dawî de 4 kes bi vîrûsê ketin û 91 kes di bin çavdêriyê de ne.

Li Meksîkayê di 24 seatan de 2 hezar û 400 kes bi vîrûsê ketin

Li Meksîkayê jî vîrûsa corona belav bûye, di 24 seatên dawî de 2 hezar û 400 kes bi vîrûsê ketin û 275 kes jî mirine.

Rûsya jî her roj daneyên bilid tomar dike.

Di 24 seatên dawî de 10 hezar û 598 kes bi vîrûê ketin, hejmara giştî ya pêketiyan bû 262 hezar û 843.

Serokê Rûsyayê Vlademîr Putîn ragihand ku ewê dest bi kampanyekê bikin da ku alîkariya malbatên xizan bikin.

Li alîkî din duh Slovenyayê jî kontrolkirina vîrusê ragihand û wek yekemîn welatê Ewropayê ku vîrusa korona kontrol dike, hate parvekirin

Back to top button