Îro li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê motorsiklêtek bombebarkirî teqya, di encamê de zarkekî 9 salî birîndar bû.
Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku motorsiklêteke bombebarkirî danê nîvro li kolana giştî ya naverasta navçeya Şedadê teqiya.
Teqîn li pêşiya dikanên cil û solan çêbû.
Di encamê de zarokekî 9 salî birîndar, û zirarên madî li dikanên şêniyan çêbûn.
Her wiha hêzên ewlekariya hundirîn ya şedadê, motorsiklêteke din ku bombebarkirî bû li sûka navçeya şadadê ya kantona hesekê, bê bandor kir.