Li Başûrê Kurdistanê sibe ciwan dest bi maşa dirêj dikin

Sibe li başûrê kurdistanê bi slogana “Em ji bo yekîtiya neteweyî dimeşin’ wê ciwan dest bi meşa dirêj a berbi Zînî Wertê ve bikin.

Amadekariyên ji bo meşa dirêj ya ji Ranya heta Zînî Wertê, didome.

Bi pêşengiya Însiyatîfa Başûrê Kurdistanê li dijî provakasyona PDK’ê ya li Zînî Wertê, wê despêkê meşvan li ber Zanîngeha Ranyayê kombibin.

Meş wê saet di 10.00’an de bi dirûşmeya ‘Em ji bo yekîtiya neteweyî dimeşin’ dest pê bike.

Tê payîn ku ji hemû bajarên başûrê Kurdistanê bi sedan ciwan û siyasetmedar, endamên saziyên sivîl, beşdarî meşê bibin.

Back to top button