
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îro careke din gundên navçeya Eyn Îsayê, topbaran kirin.
Di saet 3’ê piştî nîvro de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe gundên Mişêrfê û Cehbel ên girêdayî navçeya Eyn Îsayê topbaran kirin.
Duh bi şev jî artêşa Tirk û çeteyên xwe gundên Mişêrfa, Cehbel, Mielek û rêya M4 topbaran kirin û hewl dan ku dagirbikin.