Parêzerên Ereb ji bo biçin Îmraliyê serî li wezareta dadê ya Tirkiyê dan

Têkoşîna li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo li seranserî cîhanê mezin dibe. Komek parêzerên Ereb ji bo piştgiriya kampanya parêzeran a ji bo azadiya Rêber Apo û çûyîna Îmraliyê serî li wezareta dadê a Tirkiyê dan.Parêzeran gotin: “Fikir û felsefeya Abdullah Ocalan sînorên Kurdistanê derbaskiriye û divê ji bo çareserkirina pirsgirêka herêmê sud jê were girtin. “

Komek parêzerên Ereb yên ji Misir, Lubnan û Urdûnê bi daxuyaniyekê piştgirî dan kampanyaya parêzeran ya ji bo dîtin û azadiya Rêber Apo.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em weke komek parêzerên ji Misir, Lubnan, Ûrdin û hinek welatên din, ji nêz ve rewşa Abdullah Ocalan dişopînîn.

Li ser tenduristiya Ocalan gumana me a zêde heye. Piştî civînek dirêj em gihiştin wê encamê ku em parastinê li birêz Ocalan bikin û ji bo azadiya wî kar bikin.

Ji ber ku fikir û felsefeya Abdullah Ocalan sînorên Kurdistanê derbas kiriye û divê ji bo çareseriya pirsgirêka li herêmê sûd jê were girtin.

Em ji bo parastina Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê kar dikin. Ji ber ku pêwîstiya wan bi azadî û piştevaniya gelê me heye. Peywendiyek bi hêz û dîrokî di navbera Kurd û Ereban de heye.

Ya cihê xemginiyê sîstema şikestî ya Tirkiyê ye ku piştgiriyê dide komên terorîst û li ser sînoran ji bo têkbirina aramiya herêmê terorîstan bikar tîne.

Me ji bo serdan û dîtina Ocalan li Îmraliyê, serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê daye. Ji bo ku em rewşa tenduristiya Ocalan nas bikin û parastina wî bikin, me ev serlêdan kiriye.”

Duh Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî daxuyaniyek da û wiha got;

“Ji Fas, Filîstin, Herêma Kurdistanê ya Federe, Iraq, Lubnan, Misir, Rojava, Sûriye û Urdunê bi giştî 756 parêzeran serî li Wezareta Edaletê dane û xwestine biçin Îmraliyê hevdîtinê bikin.”

Bi heman rengî 691 parêzerên ji Sûriyê nameyek ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyê re şandin banga hevdîtina bi Rêber Apo re kirin.

Derbarê vê yekê de jî duh li Qamişloyê daxuyaniyek hate dayîn.

Her wiha di 14’ê Îlonê de jî li Brukselê ji 22 welatan 350 parêzeran bi civîneke çapemeniyê diyar kiribûn ku ji bo hevdîtina bi Rêber Ocalan re wan serî li Wezareta Edaletê ya dewleta Tirk dane.

Back to top button