Berjewendiyên Rûsya û Amerîka li Sûriyê

Rûsya mijara “Komîteya destûrê” careke din xist rojevê û perwerdeyên leşkerî li gundewarê Helebê pêk tîne.
Amerîkayê jî qanûnek li dijî normalîzekirina bi hikumeta Şamê re derxist.
Nivîskarekî Sûriyê Mihemed Îsa tevgerên her du aliyan wekî “Şerê berjewendiyan û hewldaneke destpêkê ji aliyê koalîsyona Astanayê ve da ku bazarekê li ser hesabê gelê Sûriyê pêk bînin” nirxand.

Di çend rojên dawîn de Rûsya mijara “Komîteya Destûrê ya Sûriyeyê” careke din xist rojevê.

Lê beşdarên wê “hikumeta Şamê, muxalefet û civaka sivîl” nikarin destûrekê deynin.

Nivîskarê siyasî yê ji Sûriyê Mihemed Îsa diyar kir ku “Komîteya destûrê” ji dema ku hatiye avakirin ve binkeftî ye û ne cihê baweriyê ye.

Têkildarî “Komîteya destûrê” ya ku Rûsyayê dîsa xistiye rojevê, Îsa ev nirxandin kir:

“Komîte hewldaneke binkeftî ya Rûsyayê ye da ku bi rêya tevgerên mîna yên civînên Astanayê biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254’an pêk neyne.

Armanca Rûsyayê ew e ku berjewndiyên dewletên ku di rêgeha Astanayê de cih digirin, bi taybetî siyasetên Tirkiyê yên li ser hesabê berjewendiyên sûriyan pêk werin.”

Tedbîqatên leşkerî yên Rûsya

Têkildarî tedbîqatên leşkerî yên Rûsya û hikumeta Şamê yên li gundewarê Helebê, siyasetmendar Mihemed Îsa got:

“Rûsya bi rêya axaftina li ser komîteya destûrê dixwaze lîstoka xwe ya bi dewleta Tirk û Îranê re daniye bilîze.

Di vê lîstokê de dixwaze hin herêmên li bakur rojava radestî desthilatên Şamê werin kirin, li beramber wê jî hin komên muxalifên îslamî yên bi ser dewleta Tirk ve bixe çarçoveya vê lihevkirina nû.

Û ji raya giştî ya navneteweyî re bêje ev çareyeke siyasî ye ku sûriyiyan li ser li hev kiriye.”

Nakokiyên Amerîka û Rûsya li Sûriyê

Senatoya Amerîkayê projeya qanûnê ˊsekna li dijî normalîzekirina bi rejîma Esed reˊ derxist.

Li gorî çavdêran ew gav li dijî hewldanên Rûsyayê yên têkbirina tecrîda navneteweyî ya li ser Şamê ye.

Mihemed Îsa derbarê vê yekê de ev tişt anî ziman:

“Bê guman ev nîşaneya valahiyeke mezin di navbera nêzîkbûna Amerîka û rojavayî û Rûsyayê de derbarê dosyaya Sûriyê de ye.

Ev valahî dibe ku piştre bi xwe re pêşdeçûnên mezin derbarê berjewendiyên Amerîka û Rûsyayê de bîne.

Ew jî li ser paşxaneya pêşdeçûnên şerê Xezayê ye û dewletên Astanayê hewl didin zextê bikin.

Armanc jî ew e hêzên Amerîkayê neçar bikin ku ji herêmê derkevin, mîna li Efganistanê bûye.”

Back to top button