Di 18 salên AKP’ê de zêdeyî 721 rojnamevan hatin girtin

Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu, têkildarî 24’ê Tîrmehê Cejna Çapemeniyê rapor eşkere kir û got: Di 18 salên deshilata AKP’ê de herî kêm 721 rojnameger hatin girtin.

Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu, têkildarî 24’ê Tîrmehê Cejna Çapemeniyê der barê tundiya li ser rojnamegeran raporek amade kir.

Tanrikulu diyar kir ku di 18 salên deshilata AKP’ê de zextên li ser çapemeniyê zêde bûne û herî kêm 721 rojnameger hatin girtin.

Li aliyekî bi sedan rojnamegerên ku serî ji fermana AKP’ê re danînin ji kar hatin derxistin an jî der barê wan de lêpirsîn hatin vekirin, binçav dikin û digrin.

Di Endeksa Çapemeniya Cîhanê ya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas a sala 2020’an de Tirkiye di nava 180 welatan de, di aliyê çapemeniya azad de di rêza 154’an de ye.

Back to top button