KCK: Hêzên dagirker di kesayeta jinan de dixwazin îradeya gelê Kurd bişkînin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku destdirêjiya li jin û zarokan a li Bakûrê Kurdistanê bi aweyekî rêxistinkirî bi destê dewleta Tirk pêk tê.

KCK’ê daxuyakirin ku hêzên dagirker di kesayeta jinan de dixwazin îradeya gelê Kurd bişkînin û dixwazin mirovên Kurd ‘wisa bikin ku xwedî li nirxên civakî û gel dernekevin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrîşên li ser jinan û zarokan daxuyaniyek da.

KCK’ê diyar kir ku di dema Desthilatdariya AKP-MHP’ê de li Bakurê Kurdistanê destdirêjiya li ser zarok û jinan zêdetir bûye û got:

“Dewleta Tirk li Bakûrê Kurdistanê bi destê serbaz, çawîşên pispor, polîs û cerdevanan dest dirêjiyê pêk tînin.

Destdirêjiyên ku li Kurdistanê tên kirin bi temamî polîtîk in. Kesên ku vî karî bi rêve dibin hêzên şerê taybet yê dewleta Tirk e.

Dewleta Tirk li kurdistanê fûhûş, madeyên hişbir ê destdirêjiya li hember zarok û jinan bi zanebûn pêş dixe.

Ji ber ku , çawiş û polîsên şerê taybet Kurdistanê wekî erdnîgariyeke dagirkirî dibînin. Destdirêjiya li jinên Kurd ji bo xwe wekî mafekî dagirkeriyê dibînin.”

KCK: Kesên li ber kuştin û destdirêjiya jinan ranebin dibin şîrikê wan sûcan

KCK’ê di daxuyaniya xwe de dazanîn ku dewleta Tirk bi destdirêjiyê dixwaze vîna kurdê berxwedêr bişkîne.

KCK’ê da zanîn ku ev êrîş ji ber civakîbûna gelê Kurd e. Bi van êrîşan dixwazin jinên bê îrade biafirînin.

KCK’ê bang li gelê Kurd kir ku li hember êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemînin û got:

“Kesên li hember kuştin û destdirêjiya jinan ranewestin dibin şîrikê van sûcan.”

Back to top button