Li Kerkûkê fermandarek û 2 leşkerên Iraqî hatin kuştin

Li Kerkûkê, di encama teqîna bombeyekê de, 3 leşkerên Iraqî hatin kuştin.

Di navbera gundên Qehare û Xaşe yên başûrê bajarokê Daqûqa yê Kerkûkê de, bombebeyek bi erebeya artêşa Iraqî ve, teqiya.

Di encama teqînê de, fermandarek û 2 leşkerên Iraqî, hatin kuştin û leşkerek birîndar bû.

Çarşemê jî li parêzgeha Diyala, hêzên ewlekariya Iraqê, kuştina çeteyekî DAIŞ’ê, ku dixwest teqîneke xwekuj pêk bîne, ragihand.

Back to top button