Li Ewropayê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyên konvedanê didomin

Li gelek welatên Ewropayê di çarçoveya pêngava cîhanî ya 10’ê Cotmehê bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ hate destpêkirin, çalakiyên konvedanê didomin.

Li bajarê Dusseldorf ê Almanyayê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û pêkhateyên FED-MED ên Bonn, Koln û Dusseldorfê çalakî li dar xistin.

Çalakiya kon a ku li bajarê Kopenhagê yê Danîmarkayê dest pê kiribû, di roja sêyemîn de berdewam dike.

Li bajarê Dresdenê yê Almanyayê yê jî di çarçoveya pêngavê de kon hat vedan.

Konê ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Uta ve li meydana Albertplatzê hat vedan, ji hêla gelek kesan ve hat serdankirin.

Parlamenterê Partiya Çep Mîrko axfî û got: “Pêwîst e em bi hev re ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin.

Li bajarê Frankfûrt ê Almanyayê çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Amara ve hat rêxistinkirin, di roja duyemîn de didome.

Çalakiya konvedanê ku li paytexta Berlîn Elmanyayê de hat destpêkirin di roja duyemîn de berdewam dike.

Li Şengalê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya kon hate destpêkirin

Back to top button