KNK: Dem dema piştgiriya neteweyî û mirovî ye

KNK û dîwana hevserokatiyê ya KONGRA-GEL bi daxuyaniyên cuda banga seferberiyê û alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê kirin.

Konseya Rêveber a KNK’ê û Kongra Gel têkîldarî erdheja li Kurdistanê daxuyaniyên cuda dan..

KNK’ê di daxuyaniya xwe de got:

“Karesata li Bakur û rojavaya Kurdistanê çêbûyî li ber çavaye.

Desthilatdariya gendel û fesad a AKP-MHP’ê û rejîma Beas di wexta wê de tedbîr negirtin û bi kiryarên xwe yên xirab, ji vê kareseta mezin berpirsyar in.

Heta niha jî alîkarî negihiştiye gelek deveran. Mexdûrên erdhejê bi awayeke lezgîn alîkariyê ji me dixwazin.

Bi vê wesîleyê em bang li hemû gelê Kurdistanê û dostên Kurdan dikin ku di nava seferberiyê de bin û bi ruhê neteweyî û bi hestên mirovî alîkariya mexdûrên erdhejê bikin.

Di vê pêvajoyê de, dem dema piştgiriya neteweyî, xwedîderketin û alîkariyê ye”

KONGRA-GEL: Erdogan berpirsyarê sereke yê hilweşînê ye

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL jî di peyama xwe de got:

“Ev erdhej beriya ku biqewime, nîşaneya wê hebû.

Zanyarên pisporên erdhejê hişyar kirin, lê belê hikumeta Erdogan û saziyên pêwendîdar nexwestin van hişyariyan bibihîzin.

Gel bi felaketeke bi vî avayî re rû bi bû hîştin, lewma Erdogan berpirsê sereke yê hilweşînêye.”

KONGRA-GEL: Em ê gelê xwe yê mexdurî erdhejê bûn bi tenê nehêlin

Dîwanê di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku divê herkes ji bo alîkariyê bikeve nava liv û tevgerê û ev bang kir: “Gelê me rêxistinbûyî ye, fedakar e, parvekar e.

Li dijî zor û zehmetiyan, li hemberî felaketan, refleksa wê xurte.

Em di wê baweriyê de ne ku li hemberî felaketa erdhejê xwe bi rêxistin bike û seferber bibe.

Astengiyên ku hikumeta AKP-MHP’ê û AFAD datîne pêşiya me, wê riya me negrin.

Divê em gelê xwe bi tenê, bêçare û bêhêvî nehêlin û teqez xwe bigihînin wan.”

Back to top button