Rojnameyên deshilatê li cihê rewşa gel gotinên Serokomarê AKP’î Erdogan kir sernavên xwe.
Li hemberî vê, rojnameyên mixalîf jî bi wêne û sernavan hewildan rewşa heyî parve bikin.
Serokomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan doh piştî 56 saetan çû Mereş û Hatayê ku karesatek mezin a erdhejê lê qewimî ye.
Erdogan li Hatayê heqaret li mexdûrên erdhejê, siyasetmedar û rojnamevanan kir û got,
“Yên ku dibêjin dewlet tune ye, bênamûs û bêşeref e” û hedef da nîşandan.
Medya tirk ango rojnameyên tirk ên ku alîgiriya îktidarê dikin û wek medya havûzê tên binavkirin, carek din li şûna ku cih bigin gilî û gazin û rexneyên xelkê lê cih dan axaftina Erdogan û kirin manşet.
Rojnameyên tirk ên ku mexdûriyeta xelkê ji nedîtî ve hatin û cih nadin karesata mezin, ji daxuyaniyên Erdogan, manşetên wek “Dewlet tune ye piştevanî heye” û “Dewlet li ku ye” kirin manşetên xwe.
Hemû rojname li ser axaftina Erdogan rawestiyan û carek din pesnê Erdogan dan.
Rojnameyên muxalîf jî wek her demê bûn deng û rengê mexdûrên erdhejê.
- Rojnameya Evrensel ê manşeta, “Burokrasî Çû Alîkarî Neçû” nivîsand.
- Rojnameya BirGun ê jî bi manşeta “Qilqiliya Nixûmandina Sûc” derket.
- Rojnameya Yenî Yaşamê jî bi manşeta “Av tune ye, nan tune ye, alîkarî tune ye, dewlet tune ye, kavilbûn heye.
Xelk xwe bi xwe birînên xwe dipêçe: Dewlet Tune Ye Piştevanî Heye” derket.
Rojnameyê di surmanşeta xwe de jî wiha nivîsand: “Sedema OHAL’ê tirsa hilbijartinê û gel e.”