Rêxistina Navnetewî ya Efûyê banga rawestina darvekirinê kir

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Tevî hemû gef û êrişên hêzên dewleta Îranê jî didome.
Rêxistina Navnetewî ya Efûyê bang li dewleta Îranê kir ku cezayê darvekirinê rawestine.

Xwepêşandan û çalakiyên gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku di 16’ê Îlona 2022’an de destpêkir, nêzîkî 5 mehan e berdewam dike.

Tevî kuştin, girtin, êşkence, cezayên bi darvekirinê û gulebaranên raste rast yên hêzên dewleta Îranê jî gel hîna li kolananin û bi şêweyên cuda cuda çalakî berdewamin.

Û li gelek bajaran bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwepêşandan tên li darxistin.

Rêxistina Navnetewî ya Efûyê derbarê14 hemwelatî di encama sûcên neheq de hatine girtin de daxuyaniyek da û got:

Dewleta Îranê bi awayên ne edilane darazandinê dike.

Rêxistinê bi bîr xist ku rayedarên dewleta Îranê serî li rêbazên îşkenceyên yên ji bo tirsandinê û infazên sexte yên darvekirinê dane.

Di daxuyaniyê de diyar kirin ku divê dewleta Îranê infazên cezayê darvekirinê bisekine û destnîşan kir ku mafê girtiyan tên binpêkirin.

Parêzera Îranî Meryem Arvîn bi guman jiyana xwe ji dest da

Mirinên kesên ku li Îranê hatine binçavkirin û îşkencekirin wek gumanbar an jî xwekuştinê tên tomarkirin.

Derbarê mijarê de hêj daneyên zelal nîn in.

Herî dawî Parêzera Îranî Meryem Arvîn bi gumana jiyana xwe ji dest da.

Sedema mirina parêzer hêj nayê zanîn.

6 çalakvan û girtiyên siyasî yên li girtîgeha Evîn hatin berdan

6 girtiyên siyasî û çalkvan ku ji aliyê dewleta Îranê ve di dîrokê cûda û bi sedemên cûda hatibûn girtin.

Şevê din ji girtîgeha Evînê hatin berdan.

Back to top button