Medya hewîz jî nekarî AKP’ê ji bin kavilan rizgar bike!

Medya hewîz jî nekarî AKP’ê ji bin kavilan rizgar bike!

Erdheja li bakurê kurdistanê ku navenda xwe Mereş bû, xemsariya dewletê ya li herêmê raxist berçavan.

Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan 25 saet piştî daxuyaniya despêkê derket pêşberî kamerayn û diyar kir ku li 10 bajaran ji bo 3 mehan Rewşa Awerte (OHAL) hatiye ragihandin.

Çapemeniya nêzî AKP’ê piştî erdhejê bi manşetên xwe hewl da AKP’ê ji bin kavilên erdhejê rizgar bike.

  • Karar

Rojnameya Kararê di nûçeya bi manşeta “Êş û Bêçaretî” de diyar kir ku ji ber kêmaniya di koordînasyona alîkariyan û hejmara kêm a tîman de, alîkarî nagihijin mexdûrên erdhejê.

Her wiha têkildarî rûxîna li Mereşê jî wiha got:

“Hema hema yek avahî li ser pêyan nema ye.

Di sala 2022’yan de ji bo Projeya Kêmkirina Rîska Karesatan de weke bajarê pîlot hatibû hilbijartin.

Heke li bajarê pîlot rewş ev be, dê halê me çawa be.”

Tîmên AFAD’ê ji ewil li pêşberî kamerayan xebatên lêgerîn-rizgarkirinê dan destpêkirin û piştre jî ji qadê çûn.

Lewma jî asta hilweşînê û bêçaretî saet bi saetê zêdetir bû.

  • Hurriyet

Rojnameya Hurriyetê ev rewş bi manşeta “Bêçaretiya mezin” anî ziman.

Ji nivîskarên rojnameyê Hande Firat jî nivîsek bi sernavê “Ne mal lê gor çêkirine” nivîsî û got; çavdêriyek li ser muteahhîtên serdema AKP’ê de nehat kirin lewma jî encamekî wiha rû daye.

  • Sozcu

Tevî ku bi ser erdhejê re sê roj derbas bûn jî, di serî de Bazarcix a Mereşê ku navenda erdhejê ye, tîmên AFAD’ê hêj jî negihiştine gelek deveran.

Li gorî xelkê herêmê tu kesê kavilan ranake.

Lê belê rojnameya Sozcuyê ev rewş jinedîtî ve hat û bi manşeta “Serkeftina tîmên rizgarkirinê ya li herêmên erdhejê” derket.

  • Cumhuriyet

Rojnameya Cumhuriyetê manşeta “Li Herêma Erdhejê Feryadên ‘Deng heye lê dewlet tune ye’ Bilind Dibin: Di Bin Kavilan de Rêza Mirinê” avêt.

  • Evrensel

Rojnameya Evrenselê bal kişand daxuyaniya Erdogan a piştî 25 saetan û got, hikûmetê tevî 48 saetan jî nekarî çavkaniyên welêt ji bo erdhejê têxe meriyetê.

  • BirGun

Rojnameya BirGunê jî manşeta “Dewlet li ku ye?” avêt.

  • Yeni Yaşam

Rojnameya Yenî Yaşamê jî bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yên li dijî kurdan û ev manşet avêt:

“Deshilata AKP-MHP’ê ku dema kurd tên bombebarankirin bi gotina ‘dewlet bihêz e’ pesnê xwe dide, gel di bin kavilên avahiyan de bi tena serê xwe hişt: Ya ku bi ser gel de rûxiyayî rejîma AKP-MHP’ê ye.”

  • Yeniçag

Rojnameya Yenîçagê jî bi manşeta “Îktîdar di bin kavilan de ma” derket.

Di nûçeyê de hat gotin ku xebat bi komên biçûk tên kirin, cenaze li baxçeyên nexweşxaneyan tên sekinandin û alîkarî hêj jî negihiştine ber destê mexdûrên erdhejê”

Back to top button