Li Semsûrê mexdûrên erdhejê xemsariya dewletê şermezar kirin

Xelkê Semsûrê bi armanca ku rayedar xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nakin, ber bi Walîtiya Semsûrê ve meşiyan.
Rayedar di bin parastina polîsan de ji avahiya walîtiyê hatin derxistin.

Yek ji bajarê ku erdhejên dijwar lê qewimî ne Semsûr e.

Mexdûrên erdhejê tevî hewa sar li derve dimînin û tiştek nabînin xwe pê germ bikin.

Xelk ji ber avahiyên hilweşiyayî naçe.

Ji binê gelek kavilan qêrîna hawarê tê.

Hê jî li Semsûrê xebata lêgerîn û tirzgakirinê têr nake.

Xelkê Semsûrê ji ber ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nayê kirin, li dijî îktidarê bi hêrs e.

Walî di bin parastina polîsan de ji avahiyê derketin

Xelkê ku kêliyek jî ji ber kavilan naçe, bi armanca ku xebata rizgarkirinê nayê kirin heta Walîtiya Semsûrê meş li dar xist.

Bi sedan kesên li ber avahiya walîtiyê kom bûn, waliyê Semsûrê Mahmût Çuhadar protesto kirin.

Rayedar bi parastina polîsan ji avahiyê hatin derxistin.

Xelkê Semsûrê duh jî heta walîtiyê meşiyabû û bertek nîşanî walî û deshilatê dabûn.

Back to top button