Li navenda erdhej Bazarcixê rewş zehmet e

Li navenda erdhejê Bazarcixa Mereşê rewş zehmete.
Li aliyekê xemsariya deshilatê û li aliyê din jî seqema heyî.
Welatiyên şeva xwe li ber sermahê derbas dikin, tenê li benda derketina rojê ne.
HDP û komeleyên herêmê, li navenda erdhejê Bazarcixa Mereşê, dest bi cebirandina birînan kirin.

Mexdûrên erdhejê yên Bazarcix a Mereşê ku navenda erdhejê bû, cihekî nabînin ku lê xwe bihewînin.

Hewa, 5 pileyan di bin sifirê de ye û welatî li kolanan dimînin.

Hinek jê li dora agirê ku vêxistinê, hinek di qaseyên kamyonan de ne.

Beşek ji wan jî li kêleka avahiyên hilweşiyayîn disekinin ku xizmên wan di bin kavilê wan de ne.

Li Bazarcixê hewayê ku mirovan diqerisîne

Ev der kolanên Taxa Cengîz Topel e.

Hêj jî welatiyên li vir di şoqê de ne, nizanin wê çi bikin.

Mirov, li dora agirê hil kirine ji sermayan diricifin û hewl didin destên xwe germ bikin.

Tekane daxwaza wan jî koneke ku bikarin di bin de bimînin e.

Ji ber wêranî û seqema heyî ew tenê li benda seaeteke zûtir a roj derketinê ye.

Şandeya HDP’ê ji bo alîkariyê li bazarcixê ye

Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û komeleyên herêmê, li navenda erdhejê Bazarcixa Mereşê, dest bi cebirandina birînan hat kirin.

HDP û komeleyên herêmê, pêdiviyên bingehîn gihandin welatiyên bi rojan e di sir û seqemê de li derve ne.

Dilxwazan betanî, pêlavên zarokan, nivîn, kinc û montan belav dikin. Her wiha nan, av û zexîre jî tên belavkirin.

Ji roja ku erdhej çêbûye heya niha şaredariya AKP’î tu xebat nekiriye û ev bûye cihê bertekên mezin.

Li Bakurê Kurdistanê erdhej

Back to top button