2 meh in dewleta Tirk ava çemê Firatê kêm dike û metirsî zêde dibe

Ji bilî êrîşan, niha herêm û şêniyên wê bi sûcekî din re rû bi rû ne û tirsa wan ji wê ye ku dewleta Tirk ava Firatê ji niha bêhtir kêm bike. Piştî şerê yekser û dagirkirina hin herêman, niha jî ji bo bêhtir şêniyan bide koçkirin vî sûcî bi kar tîne. Şênî û cotkarên derdora çem bang li aliyên peywendîdar dikin ku destwerdanê bikin û rêjeya avê vegerînin mîna berê. 

Ji êrîşên rojane û sûcên herî hov, berê xwe da ava vexwarinê jî û çemên avê weke çek bi kar anî.

Ji ber kêmkirina dewleta Tirk a herikîna avê, heta niha encamên neyînî derketine û zirareke mezin gihiştiye derdorê.

Birêveberê Giştî yê Bendava Tişrînê, Mihemed Terbûş dibêje “Rêjeya ava bendavê pir kêm bûye û di yek çirkeyê de di navbera 200 û 220 meterekabik de ye.

Kêmbûna avê; taybet, bandoreke neyênî li jiyana cotkarên derdora çemê Firatê kiriye.

Ji gundê Qomlix ê rojavayê Kobanê yê li nêzî çem, şêniyê bi navê Şeiban Hesen nerîna xwe bi par ve kir.

Kêmbûna avê gelekî bandor kiriye. Bandor li bîran kiriye.

Ya duyan jî, ziyan gihandiye kehrebeyê jî û niha kehrebe tune ye.

Tenê êvarê 2-3 saetan tê û pir lawaz e.

Şeiban bang li aliyên peywendîdar kir ku destwerdanê bikin, da rêjeya avê weke berê vegere.

Gazincên Mûsa Mihemed jî yê ji heman gundî ji bo heman pirsgirêkê hebûn.

Kehrbe di rojê de tenê 2 saetan tê. Nîn û pir lawaz e.

Em dixwazin av vegere mîna berê.

Wiha bidome, dibe ku zirar ji niha zêdetir bibin; rewşa heyî kambaxtir bibe û kareseteke din ji ber kirinên dewleta Tirk a dagirker li herêmê, rû bide.

Back to top button