Hêlîn Umît: Rêber Apo rastiya gelê Kurd e

“Divê bi israr ev yek bê gotin. Rêber Apo tê wateya rastiya gelê Kurd.”
Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît bi van gotinan balê dikşîne ser tecrîda li ser Rêber Apo.
Hêlîn Umît got, divê bê zanîn ku Rêber Apo dengê azadiya gelê kurd e, vîna gelê kurd a hebûnê ye.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Hêlîn Umît beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haberê bû.

Hêlîn Umît bi berfirehî li ser mijara pergala tecrîdê sekinî û Rêber Apo weke rastiya gelê kurd destnîşan kir û got:

“Helbet sekna Rêber Apo ya di pergala êşkencê ya Îmraliyê rojeva serekê ya gelê Kurd e.

Ev 25 sale bi vî awayî ye.

25 sal gelê kurd li her devera lê ye li ser bingehê azadiya Rêber Apo tevdigere.

Bi gotineke din 25 sal e ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser piya ye .

Divê bi israr ev bê gotin: Rêber Apo rastiya gelê kurd e.

Di vê çarçoveyê de pêwîste azadiya Rêber Apo û ya gelê kurd bi hevre were xwestin.

Ango divê bê zanîn ku Rêber Apo dengê azadiya gelê kurd e, vîna gelê kurd a hebûnê ye.

Divê bi vî awayî were dîtin û têkoşîn were dayîn .

“Di asta cîhanê de daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Apo pêş dikeve”

Bi berdewamî Hêlîn Umît destnîşan kir ku xwesteka azadiya fîzîkî ya Rêber Apo her diçe di nava gelan de pêş dikeve û ev nirxandin kir:

“Herî dawî li Brukselê sendîkeyan daxwiyaniyek dan, bi rastî jî ev gaveke girîng e.

Hem bangawaziyên wan hem jî biryarên girtine girîng bûn.

Her wiha bang li CPT jî kir û hem jî YE hişyar kir. Ya herî girîng jî bang li gelan kir.

Ev jî nîşan dide ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo gelan çiqasî girîng e.

Derxist holê ku ji bo gelê cîhanê û têkoşîna wan jî girîngiya Rêber Apo her diçe pêş dikeve.

“Divê her kes tevlî têkoşîna ekolojiyê bibe”

Hêlîn Umît di dewama axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên qirkirina xwezayê û got:

“Du aliyên vê polîtîkayê hene.Ya destpêkê êrîşên ji bo wêrankirina xwezayê, tunekirina eko sîstemê ye.

Ya duyemîn jî polîtîkayên qirkirinê yên li Kurdistan û Tirkiyê ye.

Dema mijar dibe Kurdistan û Tirkiye du aliyên vê rastiyê hene.

Dixwaze hemû destketiyên kedkar, gelan, gundiyan desteser bike.

Li ser vê bingehê divê her kes di nava berxwedanê de bin ya ku divê bê kirin bi vî rengî ye.”

Cemal Şerîk: Çalakiyên fedayî rastiya têkoşînê vedibêje

Back to top button