Li Efrînê komên çete ên dewleta Tirk careke din bi hev ketin

Li herêmên dagirkirî şerê di navbera çeteyên dewleta Tirk de gur buye. Li navçeya Bilbilê ya Efrîna dagirkirî di navbera du komên çete de careke din şer derket.

Hat ragihandin li navenda navçeya Bilbilê ya Efrînê, di navbera komên çete yên bi navê “Feyleq El-Mecid” û “Furqeya Hemzet” de şer rû da.

Hat diyar kirin ji ber vî şerî gelek çete hatine kuştin û birîndar bûne.

Hat ragihandin piştî ku çeteyekî koma “Mutesim” êrişî welatiyekî ji eşîra Bobenayê kir, artêşa Tirk û çeteyên wê ketine seferberiyê.

Duh jî li gundê Meydankê yê navçeya Şerayê di şerê navbera çeteyan de 5 kes hatibûn kuştin û li bajarokê Silûk ê Girê Spî jî cenazeyên 8 çeteyan hatibû dîtin.

Back to top button