Rêxistinên Hiqûqê yên navnetewî bang li CPT’yê kirin ku biçe Îmraliyê

Tecrîda giran ya li Girtîgeha Girava Îmraliyê her diçe giran dibe û saleke agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Hemû serlêdanên malbat û parêzeran jî yên ji bo hevdîtinê tên redkirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê beriya niha serî li CPT’yê dabû û xwestibû ku bikevin nava tevgerê. Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî jî serî li CPT’yê dan û xwestin demildest biçe Îmraliyê.

Saleke agahî ji Rêber Apo nayê girtin û destûra hevdîtinê ya malbat û parêzeran jî nayê dayîn.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê beriya niha serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê-CPT dabû û xwestibû ku bikevin nava liv û tevgerê.

Rêxistinên hiqûqê yên navneteweyî ji bo Rêber Apo ketin nav tevgerê.

Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Demokrasiyê ya Ewropayê û Parêzerên Ji Bo Parêzeran, ji bo Îmraliyê serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan.

Di serlêdanê de hat xwestin ku CPT demildest serdana Girtîgeha Îmraliyê bike û ji bo parêzer hevdîtinê bi Rêber Apo re bikin demildest bikeve nava tevgerê.

Di serlêdanê de hate gotin ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji aliyê dewletê ji bo ku bi muwekîlên xwe yên li Îmraliyê re hevdîtinê pêk neynîn, têne astengkirin.

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku Rêber Ocalan û 3 girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê dîl tên girtin, ji 7’ê Tebaxa 2019’an de bi awayekî derhiqûqî hevdîtina wan ya bi parêzeran re hatiye astengkirin.

Di serlêdanê de hat bibîrxistin ku ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve li Girtîgeha Îmraliyê tecrîda taybet tê meşandin û wiha hat gotin:

“Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re 8 sal in, ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta 2’ê Gulana 2019’an bênavber dewam kiriye.

Di sala 2019’an de 5 serdanên parêzeran hatin kirin. Piştî hevdîtina dawî ya parêzeran di 7’ê Tebaxa 2019’an de qedexeya mayînde ji nû ve dest pê kir.”

Di serlêdanê de tê gotin Rêber Ocalan piştî nûçeyên ku derbarê jiyana wî de belav bûn, herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê 4-5 deqeyan axivîye.

Herî dawî di serlêdanê de tê gotin: “Qedexekirina hevdîtina parêzeran re bi awayekî eşkere rêgezên Neteweyên Yekbûyî (NY), pêşniyarên CPT û Qanûna Înfazê ya Tirkiyeyê binpê dike. Divê CPT tavilê serdana Girava Îmraliyê bike.”

Back to top button