QSD’ê: Di êrişa dewleta Tirk de li Qamişlo hevreyê me Dijwar Kobanê û Çiya Qamişlo şehîd bûn

QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de li Qamişloyê şervanên wan Dijwar Kobanê û Bawer Ridwan şehîd bûne. QSD’ê ji malbatên şehîdan û gel re sersaxiyê xwest û soza pêkanîna armancên şehîdan da.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro bi daxuyaniyekê nasnameyên du şervanên xwe ku duh li gundên Qamişlo di encama êrişeke balafirên bêmirov ên biçek ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, eşkere kir.

QSD’ê de di daxuyaniyê de diyar kir ku di çarçoveya têkoşîna wan ya rewa ya li dijî terorê û dagirkeran de, hêzên wan di oxira parastina nirxên gel û axa xwe de bê dudilî canê xwe feda dikin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Hevalên me ji gefên dagirkeriya Tirk û êrişên wê yên terorîstane li dijî herêmên me netirsiyan û hîn zêdetir vîna wan xurt bû ku rêya hevalên xwe yên şehîd bişopînin. ”

Di dewama daxuyaniyê de QSD’ê derbarê jiyan û têkoşîna şervanên xwe Dijwar Kobanê û Çiya Qamişlo de jî ev agahî parve kirin.

“Hevrêyên me Dijwar Kobanê di şerê li dijî terora DAIŞ’ê de pêşengtî kir û tev li gelek operasyonên paqijkirina herêman û rizgarkirina gel ji çeteyan bû.

Her wiha li dijî êrişên dagirkeriya Tirk jî li ber xwe da û zêdetirî nîvê temenê xwe di oxira parastina herêmê û gelê wê de bihurand.

Hevrêyê me şehîd Çiya Qamişlo jî di nava malbateke welatparêz a xwedî dîrokeke têkoşînê de rabû û bi armanca parastina xakê û gel tev li hêzên me bû.

Şehîd Bawer di pêkanîna erka xwe de tu carî neket nav dudiliyan.”

QSD’ê anî ziman sûcên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên terorê yên li dijî herêmê wê têkoşîna wan kêm neke, berovajî wê îsrara wan ya têkoşîna li hember dagirker û sîxurên wê zêdetir bike.

Dawî, QSD’ê ji malbatên şehîd Dijwar û Çiya û ji tevahî gel re sersaxiyê xwest û soza têkoşînê nû kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Dijwar Kobanê 10’ê Tebaxa 2022’an li Qamişloyê şehîd bû.

Dijwar Kobanê
10 Teba x 2022- Qamişlo

Behwer Eniz bi nasnav Çiya Qamişlo 10’ê Tebaxa 2022’an li Qamişlo şehîd bû.

Çiya Qamişlo
Behwer Enîz
10 Tebaxa 2022- Qamişlo

Back to top button