Ciwanên Ereb ên Şengalê: Em bi Rêber Apo re ne

Ciwanên Ereb ên Şengalê ji bo xwendina parêznameyên Rêber Apo civînek lidarxistin.
Ciwanên ku beşdarî civînê bûn diyar kirin ku pêwîstiya wan bi fikir û felsefeya Rêber Apo heye û gotin:
“Niha em xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde dikin.
Heya pêkanîna azadiya Rêber Apo em ê li ser piyan bin.”

Ciwanên Ereb ên Şengalê ji bo xwendina parêznameyên Rêber Apo civînek lidarxistin.

Ciwanên ku beşdarî civînê bûn diyar kirin ku pêwîstiya wan bi fikir û felsefeya Rêber Apo heye.

Segir Neho: Ev cara yekem e em fikrekî wiha paqij dixwînin

Segir Neho yê ku tevlî civînê bibû anî ziman ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo weke erka xwe ya serke dibînin û got:

“Ev cara yekem e em fikrekî wiha paqij dixwînin.

Serok Apo pir bal kişandiye ser yekîtiya ciwanan.

Weke ciwanên Ereb em ê li ser gotin û perspektîfên serok xwe bi rêve bibin.”

Selman Mihemed: Em xwe li ser fikirê Rêber Apo perwerde dikin

Selman Mehemed jî diyar kir ku ciwanên Ereb û Êzidî yên Şengalê bi hev re xwe birêxistin kirine û got:

“Em dixwazin vê yekîtiya xwe berfireh bikin.

Niha em xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo perwerde dikin.

Weke ciwanên Ereb em dibêjin em bi rêberê xwe re ne.”

Rakan Tewfîq: Heya pêkanîna azadiya Rêber Apo em ê li ser piyan bin

Rakan Tewfîq jî anî ziman ku fikrê Rêber Apo esas e û wiha pê de çû:

“Em çiqas dixwînin ewqas jî fêr dibin.

Em bi ciwanên Êzîdî re roj bi roj yekîtiya xwe xurt dikin.

Di salên derbasbûyî de ji bo azadiya Rêber Apo me gelek çalakî lidarxistin.

Heya pêkanîna azadiya Rêber Apo em ê li ser piyan bin.”

Şengalî bi çalakiyên cuda tevlî pêngava Azadiya Rêber Apo dibin

Back to top button