Newroz Ehmed: Metirsiya DAIŞ’ê hîna dewam dike

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed têkildarî dosyaya çeteyên DAIŞ’ê û metirsiya wan nirxandin kir. Newroz Ehmed dibêje: ” Li gel êrişên dewleta Tirk û derfetên kêm me li dijî DAÎŞ’ê têkoşîneke bênavber meşand.
Her wiha destnîşan kir ku ji Koalisyona Navdewletî piştgiriyeke têrker nayê kirin û got: “Berdêl çi dibe bila bibe, em ê têkoşîna xwse ya li dijî DAIŞ’ê bidomînin.” 

23’yê Adara 2019’an; Hêzên Sûriya Demokratîk rizgarkirina bajarokê Baxozê ji çeteyên DAIŞ’ê ragihand.

Bi boneya salvegera rizgarkirina Baxozê Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed ji ajansa Firatê re axivî.

Newroz Ehmed anî ziman tevî ku ji sala 2019’an û vir ve li dijî DAIŞ’ê gelek operasyonên serketî û bibandor pêk hatin jî lê heta niha metirsiya wan dewam dike.

Newroz Ehmed: Hêzên koalisyonê alîkariyeke têrker nadin

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê êrişa dawî ya li Hesekê bi bîr xist û diyar kir di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de alîkariyeke têrker ji bo wan nayê kirin.

Newroz Ehmed: Divê cîhan çeteyên ku li gel rêveberiya xweser girtî ne werbigirin

Newroz daxwaz ji cîhanê kir ku welatiyên xwe yên di girtîgehên Rêveberiya Xwesere de bibin û wan darizînin.

Newroz Ehmed: Berdêl çi dibe bila bibe em ê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bidomînin

Fermandara Giştî ya QSD’ê dawiyê piştrast kir berdêla wê çi dibe bila bibe ew ê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê bidomînin.

Back to top button