Ciwan Azad: Bi saya berxwedana QSD’ê cîhan di nava aramiyê de ye

Di şerê li dijî DAIŞ’ê yê li herêmê de gelek berdêl hatin dayîn. Bi hezaran şervan şehîd û birîndar bûn. Ji birîndarên şerê li dijî DAIŞ’ê Ciwan Azad û şervanê ereb ê temenmezin Hîlal Şaman in. Ew dibêjin: “Bi saya berxwedana me cîhan di nava ewlehiyê de ye.” Şervanan tekez kir ku xeteriya çeteyên DAIŞ’ê hîna dewam e û divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide. 

”Berxwedana me hişt ku cîhan di ewlehiyê de bimîne.”

Bi van gotinan Ciwan Azad behsa berxwedana QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê dike.

Ciwan şervanekî QSD’ê ye û sala 2014’an li gundê Yabîse yê Kobanê di şerê li dijî DAIŞ’ê de birîndar bû.

Li ser wan roj û wê berxwedanê Ciwan dibêje: “Berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê ji bo gelên herêmê berxwedana hebûnê bû.”

Ciwan Azad anî ziman êrişên DAIŞ’ê xelekek ji xelekên qirkirina Kurdan bû û hîna jî ev hewldan pêk tên.

Dawiyê Ciwan Azad bang li civaka navneteweyî kir ku mijara çeteyên DAIŞ’ê paşguh nekin û rastiya israra gelê Kurd a jiyana azad nas bikin.

Hîlal Şaman: Metirsiya çeteyên DAIŞ’ê hîna li herêmê dewam dike

Şervanê ereb ê bi navê Hîlal Şaman jî di berxwedana li dijî tarîtiya DAIŞ’ê de cih girtiye.

Ew bi xwe ji Minbicê ye û tevî temenê xwe yê mezin jî di parastina axa xwe de dudilî nebû.

Hîlal Şaman sala 2017’an di pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê de lingekî xwe winda kiriye.

Ew dibêje: ”QSD’ê roleke sereke û girîng di qedandina terora çeteyên DAIŞ’ê de lîst. Gelê herêmê jî ji bo xilaskirina xwe û gelên cîhanê ji terorê berdêlên mezin dan.”

Hîlal anî ziman ku xeteriya DAIŞ’ê li herêmê hîna jî heye û êrişa li dijî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê îsabta vê yekê ye.

Hîlal got: “Em xwediyê vê axê ne, divê tevahî gelên cîhanê piştgiriya berxwedana me ya li dijî DAIŞ’ê bikin.”

Dawiyê, Hîlal Şaman piştrast kir ji bo parastina axa xwe ew her dem amade ne.

Back to top button