Mehek e li Ûkraynayê şerekî dijwar diqewime.
Ûkrayna ragihand wan heta niha 15 hezar û 800 leşkerên Rûsî kuştine.
Serokê Ûkraynayê Vlodomir Zelenskiy jî li ser civîna ku wê îro li Brûkselê pêk were got: “Em ê îro bibînin kî dost e û kî dijmin e. Em ê bibînin kî li Kievê ji bo pera şer dike.”
Ev mehek e şerê li Ûkrayna bi hemû dijwariya xwe dewam dike.
Artêşa Ûkraynayê ragihand hêzên wan li nêzî bajarê benderî Berdyansk geştiyeke şer a Rûsyayê bêbandor kirine.
Her wiha Serfermandariya Ûkraynayê derb arê êrişa Rûsyayê ya mehekê de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin biparvekirin:
” Heta niha bajarên Kîev, Çernîgîv, Sumî, Harkîv û Marîupol bi awayekî giştî nekarîne kontrol bikin.
Li herêmên weke Donetsk û Luhansk jî hîn li ser xeta sînor in.
Artêşa Rûsya ji bo êrişeke berfireh pêk bîne niha hêza xwe nû dike.
Di 24 saetên dawî de êriş û bombebaran li ser 5 bajaran hebûn.”
Ûkrayna: 15 hezar û 800 leşkerên Rûsî hatine kuştin
Heta niha artêşa Ûkranî 15 hezar 800 leşker, 108 balafir, 124 helîkopter û 503 dangên artêşa Rûsî bêbandor kirine.
Her wiha hezar û 33 erebe û 72 erebeyên sotemeniyê û 50 balafirên bêmirov jî hatin bêbandorkirin.
ÊRIŞA RÛSYA LI DIJÎ ÛKRAYNAYÊ
WHO: RÛSYA 64 NAVENDÊN TENDURISTÎ YÊN ÛKRAYNÎ TÊK BIRINE
Li aliyekî din Rêxistina Tenduristî a Cîhanê- WHO jî bi daxuyaniyekê ragihand li Ûkraynayê heta niha 64 navendên tenduristiyê ji aliyê Rûsyayê ve hatine têkbirin.
Û ji ber şer 7 milyon kes di welat de cih guherandine û çûne bajerên din.
UNHCR: 3 milyon Ûkranî koçber bûne
Li gorî agahiyên Ajansa Penaberan a Netewên Yekbûyî (UNHCR) heta niha ji ber şer, 3 milyon û 557 hezar û 245 kes koçberî derveyî Ûkraynayê bûne.
Zelensky: Em ê îro bibînin kî dost e û kî dijimin e
Serokê Ûkraynayê Vlodomir Zelenskiy jî bi daxuyaniyekê bang li cîhanê kir ku şerê li dijî Ûkraynayê rawestînin.
Zelensky diyar kir ku wê Rûsya bi dagirkirina Ûkraynayê sînordar nemîne û gelek welat wê xisar bibînin.
Îro li ser rewşa Ûkrayna û şerê heyî li Brûkselê civînek êk tê.
Welatên endamên NATO, Yekîtiya Ewropa û welatên G7 wê beşdar bibin.
Li ser vê civînê zelensky got:
Em ê îro bibînin kî dost e û kî dijmin e.
Kî li Kîevê ji bo pera şer dike em ê bibînin.