9 rêxistinên jinan piştevaniya Hulya Ûyanik kirin

9 rêxistinên jinan destgîrkirin û bi 10 sal û 6 mehan cezakirina Hevseroka HDP’ê ya Amedê şermezar kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ”Hûn ne Hulya Alokmen û ne jî me jinan bi zext, destgîrkirin û girtinan nikarin çavtirsandî bikin.”

9 rêxistinên jinan jî bi daxuyaniyekê girtin û biryara li ser Hulya şermezar kirin

Rêxistinên jinan diyar kirin ew ê dev ji heq û destkeftiyên xwe bernedin, hevseroktiyê û temsîliyeta wekhev li her deverê biparêzin.

Li navçeya Çelê 6 kes hatin binçavkirin

Li navçeya Çelê jî, di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin.

Derbarê parlementrê serbixwe Ehmed Şik fezleke hate amadekirin

Li aliyekî din, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê derbarê parlementerê serbixwe yê Stenbolê Ahmet Şik de fezleke amade kir.

Serdozgeriyê fezleke, bi hinceta ku Parlamenter Ahmet Şik li dij qeyûmê zanîngeha Stenbolê banga derketina kolana kiriye amade kir.

8 kes li Enqereyê ji ber daliqandina afîşên 1’ê Gulanê hatin binçavkirin

Li Enqereyê jî, 8 endamên Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG) dema ku afîşên 1’ê Gulanê darve dikirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Li navçeya Çelê ya colemêrgê jî, di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin.

Back to top button